Datasets:
text stringlengths 7 166k | source stringclasses 5
values |
|---|---|
Li paytexta Katalonyayê Barselonayê, di konsera ku roja pêncşemê 29ê Rêbendanê ji bo piştgiriya Filistînê hate li dar xistin de, peyama piştgiriya berxwedana Rojava hate dayîn û êriş hatin şermezar kirin. | kurdishai |
David Fernandez di axaftina xwe ya li konserê de destnîşan kir ku tiştên li Filistînê diqewimin bi zext û tundiya ku li erdnîgariyên cuda yên cîhanê berdewam dikin re têkildar in. | kurdishai |
Fernandez; Filistînê tevî reşikên ku li DYA'yê bi tundiya polîsan hatine kuştin, penaberên ku li Deryaya Navîn jiyana xwe ji dest dane, jinên Kurd ên ku li Kobanê hatine hedefgirtin û ciwanên Ereb ên ku li paytextên Ewropayê rastî êrîşên rastgirên tundraw hatine, nirxand. | kurdishai |
Fernandez di axaftina xwe de wiha got: | kurdishai |
"Mirovahî li her derê di bin gefê de ye. Ev gef li Kobanê û Rojava jî berdewam dike. Îro tundiya olî ya xeternak û derewên siyaseta navneteweyî êrîşî bakurê Sûriyeyê dikin. Top, bombe, birçîbûn, dorpêç, dûman û porên jêkirî yên jinên azad; ji bo tunekirina projeyeke demokratîk û pirreng a ku di nava dojehê de li dijî b... | kurdishai |
Fernandez diyar kir ku siyaseta navneteweyî bi rêya tundiya olî û derewan berê xwe daye Bakurê Sûriyeyê û destnîşan kir ku bombebaran, dorpêç, birçîbûn û êrîş projeya Rojava ya demokratîk û pirçandî ya ku sembola têkoşîna li dijî barbarîzma DAiŞ'ê ye, hedef digirin. | kurdishai |
Fernandez got ku nêzî 800 kîlometre dûrî Xezayê, jinên Kurd careke din di nava bêdengiyê de rastî êrîşan tên û tekez kir ku ev rewş hemû mirovahiyê eleqedar dike. | kurdishai |
Fernandez di dawiya axaftina xwe de bajarên ku li deverên cuda yên cîhanê şer û wêranî dîtine bi bîr anî û wiha got: "Em hemû berxwedana li dijî şer in. Em hemû bajarên ku ji xweliya xwe ji nû ve çêbûne ne: Gernika, Barselona, Hîroşîma, Saygon, Santiago de Chile, Saraybosna, Bexda û Kîev. Û em Kobanê ne. Em Rojava ne. ... | kurdishai |
Fernandez bang li her kesî kir ku bi Kobanê û Rojava re di nava piştgiriyê de bin û axaftina xwe bi dirûşmên "Bijî Kurdistan" û "Ji Ocalan re Azadî" bi dawî kir. | kurdishai |
Nivîskar Marina Garcés jî wiha anî ziman: | kurdishai |
"Xezaya wêrankirî û Kobanêya di bin dorpêçê de. Rojava îro, li vir, wateya her tiştî ye. Projeyeke civakî ye ku bi pêşengiya jinan, li ser bingeha avakirina azadî, wekhevî, ekolojî û komunê bilind dibe. Projeyeke demokratîk e ku bi dehsalan e di erdnîgariyeke di bin dorpêça dagirkeran de şîn dibe. Projeyeke konfederal ... | kurdishai |
Ji ber vê yekê em bi salan e ji bo Filistînê derketin kolanan. Ji ber vê yekê em ê ji bo Rojava jî derkevin kolanan. Kobanê ji bîr nekin, şoreşa Rojava qet ji bîr nekin. Li wir, por bi por, mil bi mil, bi mifteya ku hemû deriyan vedike, demeke dirêj e dengê xwe bilind dikin û wiha diqîrin: | kurdishai |
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di daxuyaniya xwe ya nivîskî de peymanê bi kêfxweşî pêşwazî kir û wiha got, "Em hêvî dikin ku ev peyman were berfirehtirkirin, ji bo tevahî Sûriye û bi taybet herêmên Kurd bibe wesîleya azadî, aramî û pêşveçûneke zêdetir." | kurdishai |
Mesrûr Barzanî wiha got, "Em hêvî dikin ku peyman bibe destpêka pêkanîna mafên rewa yên hemû pêkhateyan û vegera "bi rûmet" a koçberan." | kurdishai |
Mesrûr Barzanî bi berdewamî wiha got, "Piştgiriya gelê Kurdistanê li tevahiya cîhanê û bi taybetî rola Birêz Serok Barzanî ya di bidawîkirina aloziyan de û pejirandina rêya diyalohê ji bo çareseriya bi kok a pirsgirêkan, cihê şanaziyê ye." | kurdishai |
Bi tevlîbûna hemû beşên civakê li navçeya Seyîdsadiq ya ser bi Silêmaniyê meşeke girseyî ya ji bo piştevaniya Rojava hate lidarxistin. | kurdishai |
Di meşê de bê navber dirûşmên 'Yeke Yeke Gelê Kurd Yeke' û 'Bijî Berxwedana Gelê Rojava' hatin qîrkirin. | kurdishai |
Di meşê de daxuyanî ji aliyê Piştîwan Mihemed ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de ev hate gotin: "Di dîrokê de tim desthilatdaran zilm li gelê Kurd kiriye û ji mafê xwe hatiye bêparkirin. Piştî ewqas xwîna xort û kêçên hatin rijandin desthilata Colanî li şûna rêz li vê bigire êriş daye destpêkirin. Dixwaze dagir bike. Li... | kurdishai |
Weqfa ViM ku bi pêşengiya seroka weqfê Lava Hîkmet di 29'ê Çileyê de ji Başûrê Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, îro serdana Kongra Star kir. Berdevka Kongra Star Rîhan Loqo, fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Rohilat Efrîn, şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Jiyan Hesen, hevseroka TEV-DEM'ê... | kurdishai |
Civîn ji ragihandinê re girtî pêk hat. | kurdishai |
Şande piştî serdana Kongra Star dê serdana malbatên şehîdan bike. Piştî serdanan jî dê îro derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. | kurdishai |
Weqfa ViM organîzasyoneke ku sala 2019'an li Silêmaniyê ji bo diyarkirina pêdiviyên civakî û bi armanca alîkariyê hatiye avakirin. | kurdishai |
Xizmên Windayan û Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Amedê di hefteya 886'emîn de çalakiya xwe li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê pêk anîn. Di çalakiya ku pankarta "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin de doza Bedrî Alagam ê ku di sala 1995'an de hatibû binçavkir... | kurdishai |
Li Êlihê jî çalakî li ber Abîdeya Mafên Mirovan a li Kolana Gulistanê di hefteya 722'yan de berdewam kir. Di daxuyaniyê de, bêcezatiya derbarê doza xwendekara Zanîngeha Munzurê Gulistan Doku ku di 5'ê Çileya 2020'an de li Dersimê winda bû hat rojevê. Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) diyar kir ku lêpirsînek bi bandor li dij... | kurdishai |
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan ji bo hefteya 212'emîn a çalakiyên xwe li Kolana Hunerê ya navçeya Geverê ya Colemêrgê kom bûn. Di çalakiyê de ku pankartek bi nivîsa "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" hat vekirin, wêneyên kesên ku di dema binçavkirinê de hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalaki... | kurdishai |
ÎHD'ê û xizmên windayan daxwaza dîtina windayan, darizandina berpirsiyaran û bidawîanîna siyaseta bêcezatiyê dubare kirin. | kurdishai |
Çalakî ji aliyê sazî û derdorên piştevanên Kurdan ve hate organîzekirin. | kurdishai |
Di daxuyaniya çalakiyê de hate diyarkirin ku êrîşên li ser gelê Rojava ji ber bêdengiya civaka navneteweyî didomin. | kurdishai |
Peyamên ji bo piştevaniya bi Rojava re hatin dayîn. | kurdishai |
Çalakvanan xwest ku deriyên sînor ji bo Rojava bên vekirin û alîkariyên mirovî bigihijin herêmê. | kurdishai |
Di daxuyaniyê de, di serî de saziyên navneteweyî bang li hemû aliyên eleqedar hate kirin ku ji bo demildest deriyê sînor were vekirin berpirsyarî bigirin. | kurdishai |
Li gor çavkaniyên xwecihî, di xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hejmarek gelek zêde ya welatiyên Kurd hatine girtin û qetilkirin. | kurdishai |
Di vê çarçoveyê de jî nasnameya 54 xwepêşanderên hatine girtin û 17 xwepêşanderên Kurd ên hatine qetilkirin, eşkere bûn. | kurdishai |
Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:Mamosta û çalakvan Ehmed Elîzade, Hêja Umêd, Nuredîn Çelenger, Mamostayê Zanîngehê Hisên Şukrî, Seîd Kerîm Begî, Sîna Xezenferî, Hamid Ezeryan, Muhsin Rusta, Ramyar Teberxun, Îbrahîm Osmanî, Endazyar Heybet Mueyed, Mihemedreza Nusretî, Mesûd Babayî, Ebdullah Sarbegî, Arman Ardem, ... | kurdishai |
Navên xwepêşanderên hatine qetilkirin jî wiha ne:Hisên Şîrkul, Ebas Zeynelî, Resul Cehferî, Şehram Mihemedzade, Celîl Mîlanoyî, Reza Xanzade, Bêjen Îbrahîmî, Reuf Direxşan Mêhr, Mecîd Zengene, Hesen Elî Newrozî, Behzad Ebasî Gewrecobî, Mahan Merdanî Girsedefî, Mîlad Gencdost, Mesûd Sehamî, Cewad Niyazî, Ferşîd Şekersux... | kurdishai |
Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin bipirsin û ji bo darizandina faîlan, her hefte li Qada Galatasarayê kom dibin. Vê hefteyê jî çalakiya hezar û 88'an hate lidarxistin. | kurdishai |
Parêzvanên mafên mirovan jî tevlî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de qurnefîl û wêneyên windayan hatin hildan. | kurdishai |
Vê hefteyê aqûbeta Serdar Taniş û Ebûbekir Denîz ên ku li navçeya Silopiya ya Şirnexê di bin çavan de hatin windakirin, hate pirsîn. | kurdishai |
Washingtonê ji Kongreyê re da zanîn ku wê bi nirxê 9 milyar dolaran 730 moşekên parastina hewayî yên Partriot firotine Erebistana Siûdî. | kurdishai |
Wezareta Karên Derve ya DYE'yê diyar kir ku ew firotin bi armanca xurtkirina ewlehiya Erebistana Siûdî û piştevaniya hedefên polîtîkayên derve yên DYE'yê hatine kirin. | kurdishai |
Her wiha DYE'yê firotina çekên ji Îsraîlê re ya bi nirxê 6,7 milyar dolarî jî erê kir. Di çarçoveya vê pakêtê de wê bi nirxê 3,8 milyar dolarî 30 helîkopterên êrîşê yên cure 30 Apache û zêdetirî 3 hezar wesayîtên leşkerî yên sivik bifiroşe Îsraîlê. | kurdishai |
Rayedaran dan zanîn ku ev firotin ji hîbeya leşkerî ya ku DYE her sal dide Îsraîlê cudatir e. | kurdishai |
Her wiha zexta Îranê ya li hemberî xwepêşandanan rageşiya di navbera Washingtonû Tehranê de zêde kir. Trump di destpêka hefteyê de gef li Îranê xwarin û roja Înê jî asta gefên xwe kêm kir û diyar kir ku Îran dixwaze bi DYE'yê re lihevkirinekê çêbike. | kurdishai |
Duh di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de peymanek hate ragihandin. Li gorî payemanê dê agirbest were pêkanîn û dest bi xebatên entegrekirina hêzên leşkerî û ewlehiyê û saziyên rêveberiyê were kirin. | kurdishai |
Li gorî peymanê dê hêzên leşkerî vekişin, piştre hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Hundir bikevin navendên Hesekê û Qamişlo, wek gaveke yekem ji bo pêkanîna bendên entegrasyona ewlehiyê li herêmê. | kurdishai |
Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Cizîrê û Kobanê dê di rewşa xwe ya niha de wek saziyên ewlehiyê ji bo parastina ewlehî û aramiya van deveran bimînin, bêyî ku avaniya wan an jî naveroka rola wan a ewlehiyê were guhertin. | kurdishai |
Qonaxa pêkanînê û derbasbûna hêzên girêdayî hikumeta demkî, biryar e ku roja Duşemê 2'yê Sibatê destpê bike. Ev hêz dê derbasî hin cihên diyar bibin. | kurdishai |
Bi tevlîbûna sedan kesan, şehîd Ehmed Hêmin Omer ku di 27'ê Çileyê de li Rojavayê Kurdistanê, di berxwedana li dijî çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk de şehîd bibû, li Kerkûkê hate spartina axê. | kurdishai |
Cenazeyê şehîd bi beşdarbûna malbat, welatiyan û kesayet û aliyên siyasî, li goristana Rehîmawa ya li bajarê Kerkûkê hate spartina xakê. | kurdishai |
Dayîka şehîd Ehmed ji Rojnews'ê re axivû û got: "Em bi kurê xwe serbilind in. Beşdarbûna ewqas welatiyan di merasîmê de xema me sivik kiriye." | kurdishai |
Ehmed Kerkûkî ciwaneke yê Kurd ê leheng ê bajarê Kerkûkê, hemû sînorên bi dest hatî çêkirin hilweşand û xwe gihande berxwedana dîrokî ya Rojavayê Kobanê. Ehmed Hêmin Omer li gel komeke ciwanên azad û welatparêz ê bajar, 20'ê Çileyê tevlî seferberiya li Rojava bûn. Li gorî daxuyaniya Komîteya Seferberiya Rojavayê Kurdis... | kurdishai |
Ji duh ve li eniyên pêşîn ên herêmên Rojava rewş aram e lê dorpêça li ser Kobanê berdewam dike. Şêniyên Cizîrê û Kobanê di çarçoveya seferberiya giştî de xwe diparêzin. | kurdishai |
Şêniyên ku gund û taxên xwe diparêzin, diyar kir ku ew ê di çarçoveya parastina rewa de erkên xwe pêk bînin. | kurdishai |
Li aliyekî din dorpêça li ser Kobanê di roja 13'emîn de berdewam dike. Li bajêr xwarin, derman û şîrê zarokan kêm bûne, her wiha dewleta Tirk rê nade alîkariyên ku gelê Bakurê Kurdistanê berhev kirine, di deriyê Murşîdpinarê re derbasî Kobanê bibin. | kurdishai |
Navenda Civaka Kurd a Kanadayê ji ber dorpêça li ser Rojava kampanyayeke alîkariya lezgîn da destpêkirin. | kurdishai |
Navendê, diyar kir ku kampanya rastî eleqeyek mezin a gel hatiye û hat gotin ku alîkarî dê bi rêya Hevya Sor ji Rojava re werin şandin. | kurdishai |
Rayedarên Navenda Civaka Kurd a Kanadayê, dan xuyakirin ku li herêmê krîzeke cidî heye, bi taybetî di warê xwarin, derman, şîr û potikên pitikan û paqijiyê de. | kurdishai |
Rayedaran diyar kirin ku kampanya rastî eleqeyeke mezin a gel hatiye û hat gotin ku ji hêla jin û ciwanan ve tê birêvebirin. | kurdishai |
Navendê, ragihand ku çalakiyên hevgirtinê dê ne tenê bi Torontoyê ve sînordar bin, dê li Vancouver, Montreal û bajarên din jî bên destpêkirin. | kurdishai |
Îro di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, bi armanca agirbesteke berfireh û destpêkirina qonaxeke nû ya lihevkirinên siyasî û leşkerî peymanek hat îmzekirin. Girêdayî mijarê, Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Îlham Ehmed civîneke çapa... | kurdishai |
Îlham Ehmed destpêkê gelê Kurd û dostên wî yên li Kurdistanê û seranserî cîhanê ku li ser pêyan in silav kir, bal kişand ser zehmetiyên herêmê û gihandina encamên berbiçav. Îlham anî ziman ku armanca peymanê ew e ku rê li pêş rijandina xwînê were girtin û binpêkirinên li dijî Kurdan bi dawî bibin. | kurdishai |
Têkildarî bicihanîna bendên peymanê Îlham Ehmed diyar kir ku wê roja duşema bê bendên peymanê bikevin pratîkê, di heman demê de hewlên misogerkirina pêkanîna wê jî werin zêdekirin. | kurdishai |
Îlham da zanîn ku benda yekemîn agirbesta berfireh e, divê bi vekişîna tevahî hêzên leşkerî yên her du aliyan ber bi nuqteyên xwe yên sereke ve dûrî eniyên şer, bikeve pratîkê. Li gorî peymanê wê 3 tûgayên leşkerî çêbibin, li Hesekê û Kobanê werin bicihkirin. | kurdishai |
Di aliyê ewlekariyê de Îlham destnîşan kir ku wê entegrasyonek di navabera hêzên ewlehiyê de hebe, dê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li herêmên belavbûna xwe bimînin da ku parastina herêmê bikin. Di heman demê de wê hêzên girêdayî Wezareta Hundirîn bi awayekî demkî, heta proseya entegrasyonê bi dawî dibe, derbasî bajarên He... | kurdishai |
Îlhamê diyar kir ku ev bend li gel şêniyan metirsiyê çêdike, lê armanca hêsankirina proseya entegrasyonê ye, ev hêz û berpirsên wan dê ji xelkê herêmê bin. | kurdishai |
Têkildarî saziyan jî, Îlham got dê saziyên Rêveberiya Xweser bi yên dewleta Sûriyeyê re bêyî tu guhertinan entegre bibin, berpirs û karmendên wê di cihê xwe de bimînin. Wê tevahî karkerên saziyan heta nobedarên sînor jî ji xelkê herêmê bin. | kurdishai |
Der barê mijara perwerdê de Îlham Ehmed got wê bi awayekî fermî bawernameyên amadehî û zanîngehên Rêveberiya Xweser werin naskirin û wê biryarnameyek taybet ji bo vê yekê were dayîn. Ji bo meteryalên perwerdê û mekanîzmayên xwendinê, ji ber ku pergaleke perwerdê li herêmê heye, nîqaş berdewam in, da ku bigihînin formek... | kurdishai |
Îlham da zanîn ku peyman temsîla veguhastina ji qonaxa parastin û fedakariyan dike û derbasî qonaxa nû ya pêkanîna hêviyên bi hezaran şehîdan û tesbîtkirina mafan bi awayekî qanûnî ve li Sûriyeyê, dibe. Ew beşek ji her xebateke siyasî ya pêşerojê ne ku girêdayî amadekirina destûrê yan jî jinûve avakirina saziyên dewlet... | kurdishai |
Têkildarî dosyaya vegera koçberan Îlham got ji bo misogeriya vegereke ewle, wê di pêşerojê de gav werin avêtin. | kurdishai |
Frans û Amerîka navbeynkariya vê peymanê kirin û ev jî piştevaniyek girîng e ku maf werin tesbîtkirin, di nav de nasnameya Kurd û mafên wê di destûra Sûriyeyê de. | kurdishai |
Der barê pirsa deriyê Sêmalkayê de Îlham bersiv da ku dê vekirî bimîne û tu helwesteke neyênî ji hikumeta demkî de ji bo vê yekê nehat nîşandan û wê karmendên xebatên xwe di çarçoveyeke fermî ya girêdayî dewletê de berdewam bikin. | kurdishai |
Têkildarî garantiyên careke din weke berê agirbest neyê binpêkirin Îlham got Fransa û Amerîkayê navbeynkariya peymanê dikin û wê helwestên wan di çend rojên pêş de bi dayîna daxuyaniyên fermî werin zelalkirin. Di tevahî civînan de girîngî ji bo çavdêrî û şopandina agirbestê hat dayîn. | kurdishai |
Ji bo rola Amerîkayê jî, Îlham got Amerîka di vê qonaxê de rola ku jê dihat texmînkirin nelîst, hin helwestên girêdayî rola QSDˊê hebûn. Lê di hundirê Amerîkayê de senator Lindsey Graham roleke pir erênî ji bo parastina herêmê lîst. | kurdishai |
Li gorî rol û bandora Amerîkayê li Sûriyeyê, divê roleke erênî di şopandina peymanê û misogeriya pêkanîna wê de bilîze, li kêlek wê şert û mekanîzmayên rakirina cezayên Qeyserê bişopîne. | kurdishai |
Li Amerîkayê helwestên ji bo pejirandina Qanûna Parastina Kurd hene û ev peymana dawî jî ne dijberî van hewldanan e, lê temamkirin e. Tevgera Kongresê gaveke pêwîst a garantiya pêkanîna peymanê û tesbîtkirina mafên gelê Kurd bi awayekî qanûnî ye. | kurdishai |
Îlham li ser pirsa rojnamevanan ku bi berpirsên Tirkiyeyê re hevdîtin kiriye yan na, got wê duh berpirsên Tirkiyeyê dîtin û wan gotiye hêzên Tirkiyeyê ji herêmên Efrîn, Serêkaniyê vekişîne û ew li wir nîn in. | kurdishai |
Têkildarî rewşa Kobanê ji aliyên leşkerî û îdarî ve Îlham diyar kir ku dê Kobanê bi awayekî fermî girêdayî parêzgeha Helebê be û wê tûgayeke wê ya taybet di nava Firqeya Helebê de hebe. | kurdishai |
Îlham destnîşan kir ku saziyên Kobanê dê karên xwe weke berê berdewam bikin û berpirsên fermî yên Kobanê werin ragihandin ku erkên xwe di çarçoveya dewletê de pêk bînin. | kurdishai |
Di dawiyê de Îlham Ehmed got dê mafên Kurdan di destûra Sûriyeyê de, di serdana bê ya şandeya Kurdî ji bo Şamê de werin nîqaşkirin. | kurdishai |
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî di bernameyeke taybet a li ser Ronahî TV'yê de derbarê pêşketinên li Rojava û Sûriyeyê de nirxandin kir. Mazlûm Ebdî behsa hûrgiliyên peymana di navbera QSD û Şamê de kir û got, "Ev pêvajoyek bû. Ev pêvajo di 18'ê Çileyê de dest pê kir. Wê demê peymanek hat ... | kurdishai |
Ebdî diyar kir ku li gorî peymanê hêzên hikumeta demkî nakevin bajar û gundên Kurdan. Erka parastina van herêman wê ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve be, wiha got: "Me li hev kir ku hêzeke sînordar û diyar ji Ewlehiya Giştî derbasî çargoşeya ewlehiyê ya Qamişlo û Hesekê bibin, tenê erkên wan îdarî bin, da ku proseya... | kurdishai |
Mazlûm Ebdî Ebdî anî ziman ku peymanê ji tevahî aliyên îdarî, leşkerî, ewlehî û siyasî ve taybetmendiya herêmên Kurdan xurt kir. Hêzên leşkerî derbasî tu gund û bajarê Kurdan nabin. Birêvebirina van herêman dê ji hêla xelk û karmendên an ên Cizîrê û Kobanê be. Wê hêzên QSDˊê jî xwe li gorî tûgayan li van her du herêman... | kurdishai |
RAKiRiNA DORPÊÇA SER KOBANÊ | kurdishai |
Ebdî da zanîn ku wê dorpêça li ser Kobanê rabe. Di 2ˊyê Sibatê de peyman dikeve pratîkê, hêzên QSDˊê û yên hikumeta demkî ji eniyên şer ên Cizîr û Kobanê vedikişin. Ev lihevkirin piştre herêmên Efrîn, Serêkaniyê jî digirin nava xwe, ji ber ku herêmên Kurdî ne. | kurdishai |
Girêdayî vê mijarê, Ebdî ragihand ku tevahî karmendên saziyên girêdayî Rêveberiya Xweser wê entegreyî saziyên girêdayî hikumeta demkî bin û erkên xwe dewam bikin. Têkildarî garantiyên navneteweyî jî, serokê Amerîkayê bi serokê Sûriyeyê re axivî û piştgirî da peymanê. Serokê Fransayê jî got ew ê garantorê siyasî ya peym... | kurdishai |
Li ser cih û berpirsiyariya wî piştî peymanê, Mazlûm Ebdî got: "Ez ê di nava gelê xwe de li ser pêşxistina yekitiya Kurdî bixebitin. Min tevahî pêşniyarên girêdayî siberoja xwe red kirin, min mayîna di nav gel de û karkirina li ser yekrêziya Kurdî tercîh kir." | kurdishai |
Ebdî di berdewamê de anî ziman ku: "Em dizanin ku piranî gelê me ji vê peymanê nerazî ye. Lê di vê qonaxê de ev bijarteya guncaw û heyî bû. ji lew re em ji gelê xwe re dibêjin ku bila rihet û bawer bin." | kurdishai |
Der barê vê mijarê de Ebdî daxuyand ku bi hikumetê re li ser vegerandina tevahî dîlgirtiyan li nava malbatên wan li hev kiriye, ji ber ku ev gaveke mirovî ya bingehîn di peymanê de ye û ji bo bidawîkirina zehmetiyên malbatan û xurtkirian baweriyê di nava aliyan de ye. | kurdishai |
Ebdî serbilindî û kêfxweşiya xwe bi gelê Kurd û Kurdistanê ya serî hildaye û li kêlek hêzên xwe sekîniye anî ziman û got vê helwesta gel guherînek di raya giştî de çêkir û ji sedema ku hiştiye ev lihevkirin pêk were, ye. Ebdî silavên xwe ji gelê Kurdistanê, hêz û partiyên siyasî yên Kurdî re şandin. | kurdishai |
Fermandarê Giştî yê QSDˊê Mazlûm Ebdî di dawiyêd e berxwedana gelê herêmê silav kir û got ew ê heta pêkanîna tevahî mafên rewa têkoşînê dewam bikin û bang li koçberan kir ku vegerin malên xwe, bi taybet xelkê bajarê Hesekê. | kurdishai |
Navenda Ragihandinê ya QSD daxuyaniyek weşand û naveroka peymana ku di navbera QSD û Hikûmeta Demkî de hatiye îmzekirin eşkere kir. | kurdishai |
Naveroka daxuyaniyê wiha ye: | kurdishai |
"Li ser bingeha peymanek berfireh, di navbera hikûmeta Sûriyê û QSD de peymanek agirbestê hatiye imzekirin, her wiha der barê entegrasyonek qonax bi qonax a hêzên leşkerî û îdarî ji her du aliyan lihevhatin hatiye kirin. | kurdishai |
Li gorî paymanê wê hêzên leşkerî ji xalên pêşîn vekişin, hêzên ewlehiyê yên Wezareta Karên Hundirîn têkevin navendên bajarên Heseke û Qamişloyê û entegrasyona hêzên ewlehiyê li herêmê werek destpêkirin. Wê tumenek ji 3 tûgayên leşkerî yên QSD`ê were avakirin û tugayek li Kobanê girêdayî Parêzgeha Helebê de, were avakir... | kurdishai |
Li gorî peymanê her wiha wê entegrasyona saziyên Rêveberiya Xweser di nav saziyên dewleta Sûriyeyê de were pêkanîn, wê karmendên sivîl werin tayînkirin. Wekî din, li ser çareserkirina mafên sivîl û perwerdehiyê yên gelê Kurd û garantîkirina vegera koçberan ji bo deverên wan, lihevkirinek hat kirin. | kurdishai |
Armanca peymanê yekkirina axa Sûriyeyê û pêkanîna entegrasyonê li herêmê û xurtkirina hevkariya di navbera aliyên peywendîdar de û yekkirina hewildanên ji bo ji nû ve avakirina welêt e." | kurdishai |
Meşa ku ji aliyê rêxistinên Fînî yên dost ve hat organîzekirin gelek Kurdên ji her çar aliyên Kurdistanê jî piştgirî danê. Çalakî li navenda bajarê Helsînkî yê FÎnlandiyayê destpê kir û bi meş heya ber parlamentoyê dewam kir. Di meşê de êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ'ê yên bi piştgiriya dewleta Tirk tên kirin bi dirûşmeyan ha... | kurdishai |
Li ber parlamentoyê daxuyanî hatin dayîn û piştgiriya berxwedana Rojava hat kirin. Ji ber bêdengiya li dijî êrişên qirkirinê ya çeteyên Şamê û Tirkiyeyê li ser gelên Rojava, welatên Ewropayê hatin rexnekirin | kurdishai |
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû. | kurdishai |
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di hevdîtinên bi Şamê re hatine kirin de lihevkirinek hatiye kirin. Li gorî vê peymanê, hêzên leşkerî dê ji deverên temasê vekişin. Piştî vê yekê, pêvajoya entegrekirina hêzên girêdayî HSD'ê dê dest pê bike. Sê tugayên HSD'ê û yek firqe dê werin avakirin. Tugayek ji Kobanê jî... | kurdishai |
Corpus-KMR · Korpusa Kurmancî
Kurmancî (Kuzey Kürtçesi, Latin/Hawar alfabesi) için açık metin korpusu. Kurdish Digital Ecosystem projesinin veri katmanıdır; dil modeli eğitimi, kelime sıklık analizi, yazım denetimi geliştirme ve konuşma teknolojileri için hazırlanmıştır.
An open text corpus for Kurmanji (Northern Kurdish, Latin/Hawar script), built as the data layer of the Kurdish Digital Ecosystem project — for language model training, frequency analysis, spell-checking, and speech technology.
İçerik / Contents (v0.4)
| Kaynak / Source | Paragraf / Paragraphs | Kelime / Words | Lisans / License |
|---|---|---|---|
| muzaffercky/kurdish-web kmr (web) | 4,376,669 | ~170.1M | CC BY 4.0 |
| kurdish-ai/kurdish-corpus kmr subset (news/web) | 2,202,969 | ~100.1M | CC BY 4.0 |
| muzaffercky/kurdish-kurmanji-theses (academic) | 1,233,224 | ~15.6M | CC BY 4.0 |
| Kurmanji Wikipedia (20231101 dump) | 183,123 | ~4.66M | CC BY-SA |
| Tatoeba sentences (kmr) | 7,272 | ~46K | CC BY 2.0 FR |
| Toplam / Total | 8,003,257 | ~290.5M |
Her satır bir JSON kaydıdır / one JSON record per line: {"text": "...", "source": "kurdishweb|kurdishai|tezler|wikipedia|tatoeba"}. Dosyalar gzip'li parçalar halindedir / files are sharded gzip JSONL — load_dataset şeffaf biçimde okur.
İşleme hattı / Processing pipeline
- Unicode NFC + typographic normalization (curly quotes → straight, dash/invisible-char cleanup)
- Script filtering: lines containing Arabic-script characters removed (Sorani/Arabic leakage)
- Orthography quarantine: lines with non-Kurmanji Turkish letters (ı/ö/ü/ğ) excluded per Rêbera Rastnivîsînê 31-letter alphabet standard
- Normalization with KLPT (
preprocessmodule) - Paragraph-level exact deduplication (within and across sources)
- Minimum length filter (4+ words)
Sürümler / Versions
- v0.4 — kurdish-web (+170M words, GlotLID-filtered web) and academic theses (+15.6M words, YÖK) integrated → 290.5M words total; non-standard character rate improved to 5.5%, Turkish-letter leakage 0. Global dedup absorbs cross-source overlaps.
- v0.3 — kurdish-ai/kurdish-corpus kmr subset integrated (+100M words, news/web text); same orthography pipeline applied at scale (Turkish-letter leakage: 0; non-standard character rate 6.8%).
- v0.2 — orthography-based cleaning: Turkish-letter leakage 11k+ lines → 0; Arabic-script lines removed; typographic characters normalized. ~8% smaller, measurably cleaner.
- v0.1 — initial release from open sources (Wikipedia + Tatoeba), basic cleaning only.
Bilinen sınırlama / Known limitation: legitimate foreign names containing ö/ü (e.g. Björk) are currently quarantined with the leakage; a whitelist pass will recover them in a future version.
Üretim betikleri / build scripts: corpus-kmr/scripts
Kullanım / Usage
from datasets import load_dataset
ds = load_dataset("ZanithraStudios/corpus-kmr", split="train")
Notlar / Notes
- Telifli kaynaklar (yayın transkriptleri vb.) bu veri setine dahil edilmemiştir. / Copyrighted sources (broadcast transcripts etc.) are excluded from this dataset.
- v0.4 itibarıyla korpus 290M kelimeyi aştı (ilk 50–100M hedefi çoktan geçildi). / As of v0.4 the corpus exceeds 290M words (the initial 50–100M target is well surpassed).
- Katkı ve hata bildirimi / contributions and issues: GitHub
Atıf / Attribution
Web text from muzaffercky/kurdish-web (CC BY 4.0). Academic theses from muzaffercky/kurdish-kurmanji-theses (CC BY 4.0), originally from YÖK Tez Merkezi. News/web text from kurdish-ai/kurdish-corpus (CC BY 4.0). Wikipedia text © Wikipedia contributors (CC BY-SA). Tatoeba sentences © Tatoeba contributors (CC BY 2.0 FR).
- Downloads last month
- 69